'Gotina dawî em ê bibêjin’
Hevşaredara HDP'ê ya Elbakê Şengul Polat û Hevşaredarê Artemêtanê Medenî Ozer gotin, "Di 14'ê Gulanê de gotina dawî em ê bibêjin.”
Hevşaredara HDP'ê ya Elbakê Şengul Polat û Hevşaredarê Artemêtanê Medenî Ozer gotin, "Di 14'ê Gulanê de gotina dawî em ê bibêjin.”
Armanca Partiya Çepên Kesk li Wanê ew e ku 8 parlamenterên ku diyar kiriye, her 8 parlamenteran bişîne meclîsê. Hevşaredara HDP'ê ya Elbakê Şengul Polat û Hevşaredarê Artemêtanê Medenî Ozer diyar kirin ku, ew ê di 14'ê Gulanê de vê pergala ku darbe li vîna gel daye, biguherînin.
Hevşaredara HDP'ê ya Elbakê Şengul Polat ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê ji bo jinan û hemû gelan hilbijartineke gelekî girîng e. Polat destnîşan kir ku, têgihiştineke ku 22 sal in civakê tîne beramberî hev û ji hev cuda kiriye, jin biçûk xistiye û gel xizan kiriye heye û got, “Li vir girîngiya hilbijartinê derdikeve holê. Em Partiya Çepên Kesk bi piranî hewl didin vê pergalê biguherînin. Di vê pergala 22 salan de herî zêde jin bi bandor bûn. Em bi desthilatdariyek ku kuştina jinan rewa dike û kesên ku jinan qetil dikin jî cezayên têr nagirin re rû bi rû ne. Em jin bi hêz in, eger em hêza xwe bikin yek û bi hev re bin, em dikarin vê pergalê biguherînin. Em dikarin bi Partiya Çepên Kesk siberoja xwe ji nû ve ava bikin. Em ê bi vîn û hêza jinê bi ser bikevin.”
‘EM Ê SIBEROJA XWE Û BAJARÊ XWE BI RÊ VE BIBIN’
Polat bi bîr xist ku, hema hema li hemû şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin tayînkirin û wiha got: “Sedema yekemîn a vê yekê jî ew e ku gel xwe bi îradeya xwe bi rê ve nebe. Sedema duyemîn jî pêşîgirtina li sîstema hevserokatiyê û rêveberiya ku bi taybet jinan û hemû beşên civakê di nav de cih digire ye. Tayînkirina qeyûman li Kurdistanê derbeke li dijî îradeya gel e. Em ê di 14’ê Gulanê de vê pergala ku li vîna jin û gel xistiye biguherînin. Di 14'ê Gulanê de em ê gotina dawî bibêjin. Bi dirûşma 'Em ê siberoja xwe, bajarê xwe û xwe bi rê ve bibin' em ê di 14'ê Gulanê de desthilatdariya heyî bi ferqeke mezin hilweşînin. Em ji saetên serê sibê heta nîvê şevê xebatên xwe didomînin. Di berdêla vê kedê de em ê li Wanê 8 wekîlan bi dest bixin. Ji bo ev yek pêk were divê her kes di 14’ê Gulanê de biçe ser sindoqan. Em dikarin bi yekdengî vê desthilatdariyê biguherînin. Gelê me yê dengê xwe dide bila xwedî li sindoqên xwe derkevin.”
‘DENGEK TÊ WATEYA GELEK DENGAN’
Hevşaredarê Artemêtanê Medenî Ozer jî wiha got: “Di vê hilbijartina çarenûsê ya girîng û watedar de divê hemû gelê Wanê biçin ser sindoqan. Nebêjin bi dengê min tiştek naguhere. Yek deng tê wateya gelek dengan. Ji bo demokratîkbûna welat divê her kes biçin ser sindoqan.”